• Friday, 19 April 2024
logo

Cara yekem jinek bû Seroka Banka Navendî ya Tirkiyê

Cara yekem jinek bû Seroka Banka Navendî ya Tirkiyê

 Li gor biryara di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de hatiye belavkirin bo posta Serokatiya Banka Navendî ya Tirkiyê Hafize Gaye Erkan hat diyarkirin ku di dîroka Komara Tirkiyê de yekemîn jin e bo vê postê hatiye erkdarkirin.

Biryarên bi îmzeya Serokkomarê Tirkiye Recep Tayip Erdogan bo çend postan hatine dayîn roja Înê 9ê Hezîrana 2023an di Rojnameya Fermî de hatin belavkirin.

Li gor vê yekê Hafize Gaye Erkan wek Seroka Banka Navendî ya Tirkiyê hatiye diyarkirin ku berê ev post ji aliyê Şahap Kavcioglu dihat birêvebirin.

Herwiha Şahap Kavcioglu jî wek Serokê Desteya Sererastkirin û Kontrolkirinê ya Bankeyan hatiye erkdarkirin.

Prof. Dr. Hafize Gaye Erkan li Amerikayê wek "Profesora herî ciwan ya finansê" hatiye diyarkirin.

Prof. Dr. Hafize Gaye Erkan kî ye?

Hafize Gaye Erkan di sala1982 li Stenbolê ji dayik bûye.

Di 2001an de Zanîngeha Bogaziçi beşa Endezyariya Endustrî qedand.

Herwiha di 2005an de li Zanîngeha Princeton ya Amerikayê doktora xwend

Harvard Business School - Zanistên Rêvebirinê û Zanîngeha Stanford –Rêveberî program qedand.

Di sala 2014an de li First Republic Bankê 8 sal wek Co-CEO kar kir û 2 sal jî Tiffany&Co-Endama Desteya Rêveber kar kir.

Rudaw

Top