• Friday, 01 December 2023
logo

Li Amerîkayê di êrîşeke li ser dibistanekî de 2 kes mirin, 5 kes birîndar bûn

Li Amerîkayê di êrîşeke li ser dibistanekî de 2 kes mirin, 5 kes birîndar bûn

 Li Amerîkayê careke din êrîşek li ser dibistanekî pêkhat û êrîşa di dema merasîma derçûna xwandevanên amadeyî de kesekî gule li qerebalixiyê berdan û 2 kesan canê xwe ji dest dan, 5 kesên din jî birîndar bûn.

Êrîşkarê 19 salî li bajarê Richmond a Amerîkayê dibistanekî amadeyî kir armanc û gule li qerebalixiyê berdan.

Êrîş di dema merasîma derçûyên dibistana amadeyî de pêkhat û di bûyerê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn. Hat ragehandin rewşa yek ji birîndaran jî giran e û êrîşkar jî hatiye girtin.

Li Amerîkayê di wan 6 mehên borî de, herî kêm 279 kes ber wan êrîşên bi wî rengî ketine û gule li wan ketiye.

 

Basnews

Top