• Friday, 29 March 2024
logo

Selahattin Demirtaş ji doza 'Newrozê' hat beraatkirin

Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selshattîn Demîrtaş ji doza ku bi hinceta beşdarbûna Newroza Êlihê li dijî wî hatibû vekirin, bereet kir.

Di 20ê Adara 2016an Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku derdora 7 sal in li girtîgeha Edîrneyê ye li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê beşdarî ahenga Newrozê bibû.

Ew ahenga Newrozê ji aliyê parêzgariya Êlihê ve ve hatibû qedexekirin û Dadgeha 2emîn a Cezayan ya Êlihê ji ber beşdarbûnê derbarê Demîrtaş de bi hinceta ku “Dijayetiya yasaya derbarê qedexe û civînan kiriye” derbarê wî de doz tomar kiribû.

Roja Sêşemê 6ê Hezîrana 2023an rûniştina dawî yaw ê dozê birêveçû û dadgehê biryar da ku Selahattîn Demîrtaş ji doze bereet bibe.

Şanda dadgehê bi sedema ku hêmanên yasayî yên tawana ku hatiye destnîşan kirin pêknehatine biryara bereetê da.

Selahattîn Demîrtaş bi hinceta “endamtî û propaganedeya rêxistinê” ji 4ê Cotmeha sala 2016an ve li girtîgeha Edîrneyê girtî ye. Beşek ji cezayên girtîgehê jê re hatiye dayîn û proseya darizandina wî berdewam e. Demîrtaş piraniya caran bi rêya sîstema deng û reng beşdarî rûniştinên dozên xwe dibe.

Encûmena Yekitiya Ewropayê di navbera rojên 9 û 11ê Adara 2021an çend civînên taybet li ser mafên mirov kirin. Girtina Selahattîn Demîrtaş û çalakvan û karsazê Tirkiyê jî yek ji mijarên wan civînan bû û di Hezîrana 2021an de daxwaza demildest azadkirina Demîrtaş û Kavala kiribû.

Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropayê jî roja 22ê Kanûna 2020an ragihand ku ti belgeyek zelal nîne ki Selahattîn Demîrtaş bi tohmeta terorê bê cezakirin û got: “Biryara hiştina Demîrtaş di girtîgehê de, bi hincetên siyasî ye.”

Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropayê daxwaz ji hikumeta Tirkiyê kiribû ku bi hezar û 500 euro qerebûya maddî û 25 hezar euro qerebûya menewî Demîrtaş qerebû bike û xerciyên dadgehê jî bide ku 31 hezar û 900 euro ne.

Herî dawî hevserokê yê HDPê Selahattin Demirtaş ligel  Figen Yuksekdag ku niha di girtîgehê de ne, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabûn û bo girtîmayîna xwe di aliyê yasayî de îtiraz kiribûn. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di 6ê Hezîrana 2023an de biryar da ku girtî hiştina wan binpêkirina Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ye ji aliyê Tirkiyê ve.

Rudaw

Top