• Saturday, 20 April 2024
logo

Dozgeriya Merdînê ji bo kujerên 5 welatiyên Duhokê pêşniyara cezayê hetahetayê dixwaze

Dozgeriya Merdînê ji bo kujerên 5 welatiyên Duhokê pêşniyara cezayê hetahetayê dixwaze

 Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê bi tohmeta kuştina 5 welatiyên Herêma Kurdistanê, cezayê zîndana heta hetayê ji 3 tawanbaran re dixwaze.

Li gor zanyariyên K24ê, Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê ji bo 3 tohmetbaran cezaya hetahetayê zindanîkirin û ji 11 heta 18 salan ceza xwest.

Ji bo tohmetbarekî jî ji 5 heta 12 salan cezaya zindanîkirinê xwest.

Roja 19.12.2013an, 5 welatiyên Duhokê ku ji bo çareseriya bijîşkî çûne Bakurê Kurdistanê û li nêzîkî bajarê Nisebînê ji aliyê çend çekdaran ve hatin kuştin û ku piraniya wan kesên temen mezin bûn.

Piştî bûyerê di çend demjimêran de, polîsên Tirkiyê çend gumanbar girtin, di nav wan de 2 tawanbarên sereke hene ku piştre li dadgehê li tawana xwe mihur hatin.

 

Basnews

Top