• Sunday, 21 July 2024
logo

Li zozanên Mûşê jin û mêr bi hev re diçin bêriyê

Li zozanên Mûşê jin û mêr bi hev re diçin bêriyê

 Di çanda Kurdan de bêrîvanî wek karê jinan tê naskirin. Di kilam û stranan Kurdî de jî xort dilketiyên bêrîvaneke şeng û şox in. Lê li Zozanê Şênê li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê rewş berovajî ye, jin û mêr bi hev re li ber bêrê ne û pezê xwe didoşin.

Li Zozanê Şênê di mehên havînê de ji ber çêriya baş ajeldarên parêzgehên derdorê her sal berê xwe didin mêrg û zozanên Mûşê.

Muzaffer Taş, ajeldarekî herêmê dibêje: “Em tên vê derê. Ajelên xwe didoşin. Em şîr tînin. Piştre dikin penîr. Her sibe jî kiryarê şîr tê û ji me dikire. Em debara xwe bi vî awayî dikin.”

Ajeldar tevî malbatên xwe bo dema sê mehan li zozanên Mûşê dimînin.

Karê wan zehmet û jiyana wan di çadiran de ye. Ji derveyî dotina pez karê malê jî li ser milê jinan e. Lê ji bo ku berhemekî baş ji ajelên xwe bidest bixin neçar in, ji ber Mûş bo wan cihê herî nêzîk û guncaw e.

Serokê Yekîtyiya Xwedîkerên Mih û Bizanan ê Mûşê, Nîmet Salkim dibêje: “Havînan ajeldar ji parêzgehên Êlih, Amed, Mêrdîn û Sêrtê berê xwe didin zozanên me. Sedema vê yekê jî ew e ku zozanên Mûşê bo xwedîkirina pez gelekî guncav in. Ji ber vê jî welatiyên me vê derê hildibijêrin. Ji van zozanan sûdeke baştir dibînin.”

Mûş ji bo xwedîkirina pez yek ji parêzgehên herî guncaw e. Ji ber ku derdora ji sedî 45ê tevahiya rûberê vê parêzgehê mêrg û zozan in.

Li gor amarên Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Mûşê bi giştî li Mûşê milyonek û 200 hezar ser mih û bizin hene. Lê di mehên havînê de ji ber koça koçer û ajeldarên parêzgehên din ew hejmar milyonek û 500 hezaran derbas dike.

 

Rudaw

Top