• Friday, 19 April 2024
logo

Wezîrê Dadê: Gelê Tirkiyê hêjayî 'Destûra Bingehîn a Nû' ye

Wezîrê Dadê: Gelê Tirkiyê hêjayî 'Destûra Bingehîn a Nû' ye

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê yê nû Yilmaz Tunç ragihand, eger parlamento qebûl bike, dibe ku destûreke nû were danîn.

Yilmaz Tunç ê ku duhî ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ve weke Wezîrê Dadê hat destnîşankirin, têkildarî destûra bingehîn a nû de got: “Gelê Tirkiyê hêjayî destûreke nû ye.”

Yilmaz Tunç di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku di nava 21 salên dawî de, wan di gelek waran de gavên dîrokî û reforman avêtine, weke bilindkirina asta demokrasiyê li Tirkiyê, xurtkirina dewleta hiqûqê, xurtkirina bêalîbûn û serxwebûna darazê.

Yilmaz Tunç got: “Di serdema wezîrên xwe yên berê de, di çarçoveya Belgeya Stratejiya Reforma Dadwerî û Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan de, me di pratîkê de gelek amadekariyên qanûnî û nûbûnên pir girîng kirin. Niha di destpêka Sedsala Tirkiyê de, ez hêvî dikim ku ev prosesa reformê di vê heyamê de jî bênavber berdewam bike û em bi hemû hêza xwe ji bo zêdekirina baweriya miletê xwe bi dadê bixebitin.”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tûnç ragihand, tevî çendîn guhertinên di dadgehkirina darbekaran û rakirina rewşa awarte de hatine kirin jî, pêwîstiya wan bi destûreke sivîl û demokratîk heye û gelê Tirkiyê jî hêjayî wê ye.

Wezîrê Dadê yê nû got, eger di rûniştina nû ya parlamentoyê de ligel aliyên siyasî lihev bikin, dê ji bo sedsala nû destûreke nû binivîsin.

 

Rudaw

Top