• Friday, 19 April 2024
logo

Di Kabîneya nû de kesekî Kurd bû alîkarê Serokomarê Tirkiyê

Di Kabîneya nû de kesekî Kurd bû alîkarê Serokomarê Tirkiyê

Ji wezîrên berê Cevdet Yilmaz di kabîneya serokomariyê ya nû ya ku ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ve hat eşkerekirin de bû Alîkarê Serokomar.

Cevdet Yilmaz ku Kurdê, di kabîneya nû ya serokomariyê de bû Alîkarê Serokomar  û di sala 1967an de li bajarê Çewlîgê yê Bakurê Kurdistanê hatiye dinê.

Yilmaz, Beşa Birêvebiriya Kamuyê ya Zanîngeha ODTUyê bi yekemînî xilas kir û lîsansa xwe ya bilind li Zanîngeha Denverê ya Amerîkayê di beşa Têkiliyên Navneteweyî de, doktoraya xwe li Zanîngeha Bîlkentê di Beşa Birêvebiriya Kamuyê û Zanista Siyasetê de temam kir.

Cevdet Yilmaz Misteşariya Teşkîlata Plankirina Dewletê ya Serokwezîriyê, Midûriya Giştî ya Têkiliyên bi YEyê kir, di Ajansa Neteweyî, ATAUM û Sumer Haliyê endamtiya lijneya birêvebiriyê kir.

Yilmaz di Heyamên 23, 24, 26 û 27emîn da ji Bingolê, di Heyama 25emîn da wek parlementerê Diyarbekirê hat hilbijartin. Cevdet Yilmaz di Hikûmeta 60emîn da Wezîrê Dewletê, di Hikûmetên 61, 62 û 64an da Wezîrtiya Pêşketinê di Hikûmeta 63yemîn da Alîkariya Serokwezîr kir.

Yilmaz peywirên Endamê MKYKyê ya AK Partiyê, Alîkariya Serokê Giştî ya ji Nasandin û Çapemeniyê, Têkiliyên Derva û Karên Barî Berpirsyar kir û peywira Serokatiya Komîsyona Budçe û Planê ya TBMMyê kir.

Yilmaz gelekî baş Îngilizî dizane, zewicî ye û bavê 2 zarokan e.

Top