• Tuesday, 16 April 2024
logo

Beşek ji dengdêrên HDPê ji hevpeymaniya bi çepê Tirkan re ne razî ne

Beşek ji dengdêrên HDPê ji hevpeymaniya bi çepê Tirkan re ne razî ne

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê diyar e piştî hilbijartinan bo hemû partî û layenan wê serdemeke nû destpê bike. Hema bêje di nava hemû partiyan de nerazîbûn û rexneyê navxweyî li ser gelek mijaran berdewam dikin. Yek ji wan jî HDP ango Partiya Kesk a Çep e. Bi taybetî xwe ferzkirina partiyên çep ên weke TİPê û bernamzetiya hin kesan dibe sedema nerazîbûna alîgirên HDPê.

Navên weke Hasan Cemal û çend kesên din û kêmbûna kesayetên ku li ser daxwazên kurdî beşeke zêde ji HDPyîyan aciz dike. Tevî ku lîste eşkere nebûne jî ew nerazîbûn diyar e dê piştî hilbijartinan berê HDPê bide hin nîqaş û gengeşeyên nû.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê germûgurahiya hilbijartinan her ku diçe zêde dibe û hêdî hêdî lîsteyên namzetiyê eşkere dibin. HDP ku wê bi Partiya Kesk a Çep beşdarî hilbijartinan bibe tûşî rexneyên zêde yên navxeyî dibe.

Bi taybetî xwe ferzkirina partiyên çep û nîşandana hin kesan weke bernamzet, nerazîbûna palpiştên HDP yên ku xeta kurdî diparêzin zêde dike. Gelo HDP çiqas guhê xwe dide van rexneyan û daxwazên zimên û kurdewarî dê bandoreke çawa li dahatûya vê partiyê bike.

Siyasetmedar Ahmet Turk got “Gelê Kurd, demokratên Tirk îro bi hişmendiya gelekî mezin dixwazin bi hev re ji bo pêşeroja gelan xebatê bikin, ji bo edaletê, ji bo hiqûqê bi her awayî yekîyiyê ava bikin.”

Parlementerê HDP Mehmet Tiryakî diyar kir “Hevalên me siyasetmedarên me di nav SHPê de, di nav CHPê de cih digirtin yan 6 yan 7 - 8 hevalên me hebûn, pey da me komekî avakir 20 hev wekîl bûn. Di 2015 dan me 80 wekîl şande parlamentoyê. Di 24ê Hezîranê de jî 67 wekîl ketin parlamentoyê.

Bi taybetî li ser torên civakî û li bajarên Bakurê Kurdistanê rexneya ku herî zêde HDP dibe muhattap ew e ku li ser navê ‘Biratiya Gelan’ daxwaz û rengên kurdî têne paşguhkirin û piştgiriya Kiliçdaroglû jî bê beramber tê kirin. Nêrînek ew e ku weke piştgiriya di hilbijartinên herêmî de, di vê hilbijartinê de jî wê Kurd bêyî destkeftiyekê piştgiriya aliyekî bike û ew dibe sedema rexneyan.

Nivîskar Muslum Yucel ragihand “Hilbijartina îro jî di navber Avrasya, Ergenekon, Fethullah Gulen de ye em jî ji bo wan bûne giya, ji ber vê yekê hilbijartineke ecêb e. HDP jî ez difikirim ku dê rayên xwe di vê hilbijartinê de biparêze, lê em gişt rayên xwe bidin HDPê jî ez difikirim ku ji bo Kurdan zêde tiştek dernakeve.”

Welatî Yûnûs Demîr anî ziman “Ên Tirk bêtir têne pêş ji bo ku bêtir têne naskirin. Têkiliyên ku bi Tirkan re hatine çêkirin û namzetek bibêjin emê şanî we bidin, mirovên navdar in ku ji zû ve li ser vê rêyê dimeşin. Ji bo wilo wextê ku navek ji wan tê hilbijartin berteka me hinek bilind radibe.”

Li gorî hin îdiayan ew mijar di nava kadroyên siyaseta Bakur de jî dibe sedema dualîbûnê. Herwiha tê gotin ku piştî hilbijartinan baskê Kurdî ewê giraniya xwe zêde bike û kesên ku hêla wan a ‘Kurdî’ zêde ye ewê bêhtir xwe li polîtîkayên vê partiyê ferz bikin. Weke hemû partiyên din, partiyên kurdan jî piştî hilbijartinan dê bikevin nava gelek nîqaşên ku heta niha hatine paşxistin.

 

Rudaw

Top