• Saturday, 20 April 2024
logo

Li Wan û Bedlîsê ji ber berfê rêyên 163 gundan hatin girtin

Li Wan û Bedlîsê ji ber berfê rêyên 163 gundan hatin girtin

Li parêzgehên Wan û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berf û pûkê rêyên 163 gund û gundikan hatin girtin.

Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, 2 roj in barîna berfê berdewam e û îro roja Şemiyê 1ê Nîsana 2023an ji ber vê yekê li parêzgehê rêyên 83 gund û gundikan hatine girtin. Herwiha bi armanca vekirina rêyên girtî kar û xebat hatiye destpêkirin û li navenda parêzgehê bo paqijkirina cade û kolanan tîmên şaredariyê li ser kar û xebatên berdewam in.

Rêveriya Rêyên Bejayî jî ragihandiye ku ji ber berfa zêde û pûkê rêya sereke ya Wan û Miksê hatiye girtin ku metirsiye aşûtê li herêmê heye. Hişyarî hatiye dayîn ku welatî li cihê wê rêya girtî, rêya navbera Bedlîs û Xîzanê bikar bînin.

Li parêzgeha Bedlîsê jî Rêveberiya Xizmetên Veguhestinê û Îdareya Taybet ragihandiye ku ji ber berfê li parêzgehê rêyên 80ê gundan hatine girtin û ji bo vekirina rêyên girti tîmên berpirs li ser kar in.

 

Rudaw

Top