• Friday, 29 March 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Em berdewam dibin li ser parastina mafên pêkhateyan

Nêçîrvan Barzanî: Em berdewam dibin li ser parastina mafên pêkhateyan

Bi minasebeta cejna Ekîto peyamek belav kiriye.

Îro yekê Nîsanê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta cejna Ekîto peyamek pêşkêşî welatiyên Mesîhî kir û di peyama xwe de Serokê herêmê gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî welatiyên Mesîhî kiriye û hêviya cejneke xweş xwestiye.

Di beşeke din ji peyama xwe de Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî nivîsandiye; Bi vê minasebeta han careke din tekez li ser berdewam bûna me li ser parastin û berevanî kirin ji maf, azadî, wekhevî û pêşde birina çanda bihevre jiyana aştiyane dikin û xuşik û birayên Mesîhî û tevahiya pêkhateyan piştrast dikin ku, Kurdistan weke hertim weke nîştiman û warê tevahiyan dimîne.

 

Top