• Saturday, 20 April 2024
logo

Nivîskarê "Rîya Kobanê Bi Dare" helbestvan Feqîr Ehmed wefat kir

Nivîskarê

 Helbestvanê navdarê ê Rojavayê Kurdistanê Feqîr Ehmed û xwediyê helbesta navdar a "Rîya Kobanê Bi Dare", şeva bihorî li Almanyayê koça dawî kir.

Feqîr Ehmed, duh di 81 saliya xwe de li bajarê Kolnê yê Almanyayê ji ber nexweşiya pişikê jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyan, Feqîr Ehmed ev demek bû li Nexweşxaneya Holweideyê dihat dermankirin.

Ev helbestvanê Kurd, nivîskarê helbesta "Rîya Kobanê Bi Dare" bû, ku hunermend Aram Tîgran û gelek hunermendên wek stran xwendine.

Malbata helbestvanê Kurd îro li bajarê Kolnê li Mala Kurdan merasima sersaxiyê danîn.

Feqîr Ehmed di sala 1942'an de li gundê Mizeynterê yê navçeya Sirûcê ya Rihayê ji dayik bûbû. Pirtûkên “Dîwana Reş 1, 2 û 3” nivîsandine.

Yekemîn pirtûka Dîwana Reş di sala 1990î de hatiye çapkirin. Piştre Dîwana Reş a duyem di sala 1994an de û Dîwana Reş a sêyem jî di sala 1998an de hatine çapkirin.

Feqîr Ehmed

- Di sala 1939an de li gundê Mizênter a Sirûca Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye

- Jiyana xwe di navbera Sirûc û Kobanê de derbas kiriye

- Ji ber fişarên ewlehî neçarî koçberiyê dibe û berê xwe dide Almanyayê

- Di sala 1970î de yekem Navenda Çandê li Kolnê (Mala Kurdan) bi hevalên xwe re vedike

- Di Mala Kurdan de rêzeçalakiyên cûda yên çandî û hunerî lidar dixe.

- 10 dîwanên helbestan û çîrok bi zimanê Kurdî çap dike

- Têgeha qazanca ji pirtûkan qebûl nedikir û hemû pirtûkên xwe bê pere belav dikirin.

- Di 30yê Adara 2023an de li bajarê Koln ê Almanyayê koça dawî kir.

 

 

Rudaw

Top