• Saturday, 20 April 2024
logo

Li Îskenderunê lehî rabû û ziyana li wê navçeyê mezintir kir

Gulan Media March 31, 2023 Nûçe
Li Îskenderunê lehî rabû û ziyana li wê navçeyê mezintir kir

Piştî erdhejê, bahoza Lodosê jî li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê da û ziyaneke zêde li pey xwe hişt. Herwiha ji ber barîna barana zêde li hinek navçeyan lehî jî rabû. Deverên ku 300 metreyan ji deryayê dûr in jî di bin avê de man. Bilindbûna pêlên deryayê li ser xelkê qurbaniyê erdhejê bûye gefeke cidî. Jêrxaneya bajar jixwe têk çûye û avero jî kar nakin.

Li Hatayê heta niha kavilên erdhejê nehatine rakirin,lehî jî bi ser de hat. Li navçeya Îskenderûnê hinek herêmên wê ji ber bahoza Lodosê zerar dîtine.

Wealtiyek dibêje: “Mixabin ev der pêş Şaredariya Îskenderûnê ye. Dikanên me bi vî awayî ne û avê her der girtiye. Asta avê bilind bûye. Ev kirtasiyeyek e. Mixabin, mixabin ji kasibkarên me re. Ev der 300 metre ji deryayê dûr e hevalno.”

Asta ava deryayê berdewam bilind dibe. Pêla deryayê li ser Îskenderûnê gefeke cidî ye, bi taybetî di demekê de ku pirsgirêka avrêjkê heye.

Qeymeqamê Îskenderûnê Murat Sefa Demiryurek jî got: “Jêrxane rûxaye û kar nake. Li vî aliyê peravê ku hatiye tijîkirin, piştî her bahozeke lodosê ava deryayê bi vî alî de dirijê. Îro bi barana zêde re avrêjkên veguhestina baranê jî hatin girtin û av heta hundir çûye.”

Heta niha bandora erdhejê li Îskenderûnê berdewam e û hinek avahî dilerizin. Vê lehiyê metirsiyan li ser wan zêdetir kiriye. Kolan di bin ava deryayê de mane û zerareke zêde gihiştiye kasibkaran. Heta niha saziyên fermî derbarê zerarên lehiyê de ti amarek belav nekirine.

 

Rudaw

Top