• Tuesday, 23 April 2024
logo

HUDAPAR: Kîjan wezaretê bidin me em dê bi awayê herî baş birêve bibin

Gulan Media March 31, 2023 Nûçe
HUDAPAR: Kîjan wezaretê bidin me em dê bi awayê herî baş birêve bibin

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDAPAR) Zekeriya Yapicioglu ragihand wan derbarê wezaretan de ti bazarek ligel Hevpeymaniya Cumhur nekirine û got: “Lê kîjan wezaret bo me bê dayîn bila bê dayîn, ti kêmasiyeke me di awayê rêveberina herî baş a wê wezaretê de û fêrkirina siyaseteke di xizmeta daxwazên gel de nabe.”

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDAPAR) Zekeriya Yapicioglu ku biryar daye di hilbijartinên Serokkomariyê de piştevaniya berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bike îro Pêncşemê 30ê Adara 2023an derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Yapicioglu ragihand piştî ku wan biryar daye di hilbijartinên 14ê Gulanê de  piştevaniya berbijêrê Hevpeyamaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan bikin hinek alî gefan li wan dixwin û bi devkî êrîşî wan dikin û got: “Êrîşên li dijî me wêneyê bêçareyiya  wan kesan e ku di warê hizrî de nikarin ligel me têbikoşin û di warê siyasî de nikarin alternatîfekê pêşan bidin.”

Zekeriya Yapicoglu herwiha got: “Em bo her cor rexneyekê vekirî ne. Em dê  ji dil û can guh bidin wan kesan ku rexneyan li me digirin. Lê em dê bestika wan kesan jî bigirin ku sivkatiyê bi me dikin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Serokê HUDAPARê bersiva îddiayên bazarkirina wezaretan ligel Hewvpeyamaniya Cumhur jî da û got: “Me ti bazarek li ser wezaretan nekiriye. Lê kîjan wezaret ji me re bê dayîn bila bê dayîn, ti kêmasiyek me di rêveberina herî baş a wê wezaretê de û fêrkirina siyaseteke di xizmeta daxwazên gel de nabe.”

HUDAPAR partiyeke Îslamî ya Bakurê Kurdistanê ye. Di hilbijartinên 14ê Gulanê de biryar daye ku piştevaniya berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan, lê piştî vê  biryarê bi tayebt ji aliyê opozîsyona Tirkiyê ve rûbirûyî rexne û sivkatiyan dibe û  ji aliyê wan ve  “bi piştevaniya rêxistina Hîzbulllahê” tê tohmetbarkirin.

 

Rudaw

Top