• Saturday, 20 April 2024
logo

Li Amedê piştî şerê du malbatan 5 xanî hatin şewitandin

Li Amedê piştî şerê du malbatan 5 xanî hatin şewitandin

 Li navçeya Hênê ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê piştî şerê ku di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 mal ji aliyê aliyên din ve hatin şewitandin.

Bûyer duh bi şev li gundê Mukriyan ê ser bi navçeya Hênê ya Amedê qewimî.

Li gundê Mukriyan şeva 11ê Adara 2023an di navbera du malbatan de ji ber sedemeke nehatiye zanîn pevçûn çêbibû  û piştre bi çekan êrîşî hevdu kiribûb û di encamê de Muzaffer Kaya û kurê wî Necmettin Kaya canê xwe ji dest dabûn û du kesên din jî birîndar bibûn.

5 mal hatin şewitandin

Li gorî nûçeya DHAyê, piştî bûyera ku di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, mala 5 malbatan ji aliyê endamên malbata din ve hatin şewitandin.

Bi agahiya kesên derdorê re gelek ekîbên cendirme û agirkujiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Agir ji aliyê  tîmên agirkujiyê ve hatin vemirandin û tîmên cendirmeyan jî li taxê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh wergirtin.

Çend kes ji bo îfadeya wan bigirin birin qereqola cendirmeyan. 

Herwiha hat zanîn ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

 

Rudaw

Top