• Wednesday, 24 April 2024
logo

Li Êlihê şerê malbatan: 2 kes birîndar bûn û 11 kes hatin desteserkirin

Li Êlihê şerê malbatan: 2 kes birîndar bûn û 11 kes hatin desteserkirin

 Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du malbatan de şerê bi çekan çêbû û di encam de 2 kes birîndar bûn û 11 kes jî hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan şeva borî li parêzgeha Êlihê di navbera du malbatên ku dijminatiya wan hebû şerê bi dar, kevir û çekan çê bûye û 2 endamên malbatekê bi keviran birîndar bûne.

Herwiha li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û polîs çûne cihê bûyerê û piştî midexaleya destpêkê her du kesên birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Hatiye ragihandin ku girêdayî bûyerê 11 kes hatine desteserkirin û sedema dijmindariya her du malbatan nehatiye zanîn.

 

Rudaw

Top