• Wednesday, 17 April 2024
logo

Seydayê Tîrêj berî 21 salan koça dawî kir

Seydayê Tîrêj berî 21 salan koça dawî kir

Helbestvanê bi nav û deng ê ji Rojavayê Kurdistanê Seydayê Tîrêj berî 21 salan îro koça dawî kir.

Helbestvanê navdar ê Kurd Seydayê Tîrêj di 23ê Adara 2002an de, koça dawî kir ku navê wî yê rast Nayif e, di sala 1923an de li gundê Nicîmê yê ser bi parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.

Seydayê Tîrêj dema ku dibe 6 salî, bavê wî mala xwe bar dike û li gundê Sêmitikê bi cî dibin. Tîrêj li wê derê û li cem Mela Birahîmê Golî, Qur'anê û çend pirtûkên olî dixwîne.

Wek gelek helbestvanên Kurd, Seydayê Tîrêj jî li dibistana olî dest bi xwendin û nivîsandinê kiriye.

Seydayê Tîrêj di sala 1937an de çûye bajarê Amûdê û li wê derê peywendiyên wî bi helbestvanên mezin ên wek; Cegerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar û Nûredîn Zaza re xurt bûye.

Seydayê Tîrêj bi wan re xebata nîştimanperweriyê kiriye û wek gelek welatperwer û ronakbîrên Kurdan, di nava civata Xoybûnê de cihê xwe girtiye. Tevî nivîsandina helbest û çîrokan têkoşîneke ramyarî jî meşandiye.

Seydayê Tîrêj di sala 1952an de bi destê hêzên ewlekariyê tê girtin û dîwaneke helbestên wî yên belavnebûyî tê talankirin.

Seydayê Tîrêj ji ber zextên rejîmê neçar demeke dirêj xwe li nav Erebên Cibûran diparêze.

Di sala 1973an de berê xwe dide bajarê Hesekê û li wir bi cih dibe, heta ku diçe ser dilovaniya Xwedê.

Seydayê Tîrêj, hevaltî bi tu rêxistin û partiyan re nekiriye û Kurdekî serbixwe bû.

Seydayê Tîrêj xwediyê 4 dîwanên çapkirî û 3 dîwanên neçapkirî ye.

Her wiha helbestên Seydayê Tîrêj ji aliyê stranbêjan ve hatine bikar anîn ku ya herî bi nav û deng “Ey Bilbilê Dilşadî” ye:

Ey bilbilê dilşadî hela, wer bike fîxan
Derdê me giran e ey bira, birîna me kûr e

Gorî te bitin cerg û dil û mêlak û hem can
Dengê te ye xweştir, ji ney û nay û bilûr e

Sê hawe te deng, yek ji sira bayê siba ye
Hawê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye

Hawê sisêya ji bêhna şemamok û gula ye
Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e

Karwanê me va bi rê ketî, lê şevreş û tarî
Serma ye terez kuliyên di berfê her dibarî

Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî
Warê me welat e ey heval, rêça me dûr e

Çar hawîr me diz û keleş in, têk dane dijmin
Me ji hev radiqetînin bir bi bir, heyf û mixabin

Qet çare û umîda me nemaye bilbilê min
Meydan e ji bo hirç û çeqel, gur zûre zûr e

Meydane ji bo hirç û çeqel, rovî û keftar
Gorî te bim bilbil, ji serê darê tu wer xwar

Da pêk ve mijûl bim, bi xwe çend rojên di dijwar

Îro li me ferman e, li ser gerdenê şûr e

Destê tewqeyê îro ku em herdu bidin hev
Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev

Dinya bi xwe dewran e, bizan geh roj e, geh şev
Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e

 

Rudaw

Top