• Thursday, 25 April 2024
logo

Jineke Brîtanî ji bo neştergeriyê hatiye Hewlêrê

Gulan Media March 24, 2023 Corane
Jineke Brîtanî ji bo neştergeriyê hatiye Hewlêrê

Jineke ji Brîtanyayê ji bo neştergeriya kevirê zirav serdana Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê kiriye û li nexweşxaneyeke taybet neştergeriya wê hate kirin. Pîzişkê wê got, “Li Brîtanyayê dema herî nêzîk ji bo neştergeriya wê piştî 3 salan bû.”

Pizîşkê şêwirmend ê neştergeriya giştî û doçentê Zankoya Pizîşkî ya Hewlêrê Dr. Belên Selah Koyî îro Pêncşemê 23ê Adara 2023an ji Rûdawê re ragihand, jineke Brîtanî ya bi navê Elizabeth Xoşnaw a 29 salî serdana wî kiriye û daxwaza neştergeriyê kiriye. Kevir di ziravê wê de hebûn û diviyabû zû bê emeliyatkirin.

Dr. Belên Selah Koyî diyar kir ku wî roja 25ê Sibata 2023an li nexweşxaneyeke taybet neştergeriya jina Brîtanî bi awayekî serkeftî kiriye û niha rewşa wê baş e.

Dr. Belên Selah Koyî anî ziman, “Elizabethê li Brîtanyayê serdana çend nexweşxaneyên giştî û taybet kiriye da ku emeliyat bibe lê hemûyan demên dûr dane wê, dema herî nêzîk ji bo emeliyatê li wir, piştî sê salan bûn.”

Elizabeth Xoşnaw a ku ji Brîtanyayê ye, bi Kurdekî Hewlêrê re zewicî ye, piştî ku demeke nêzîk ji bo neştergeriyê peyda nekirine, peywendî bi Dr. Belên Selah Koyî re danîne û rasterast ji bo neştergeriyê hatine Hewlêrê.

Dr. Belên Selah Koyî her wiha anî ziman, “Ew jin 163 kîlo bû û ji ber giraniya xwe bi tengenefesiyê ketibû, ji ber wê jî diviya di demeke kurt de neştergeriya wê bihata kirin.”

 

Rudaw

Top