• Friday, 29 March 2024
logo

Şahiya zewacê ya bûka Almanî û zavayê Kurd sê roj û sê şevan berdewam kir

Gulan Media March 23, 2023 Corane
Şahiya zewacê ya bûka Almanî û zavayê Kurd sê roj û sê şevan berdewam kir

Li bajarokê Hîlal ser bi navçeya Qilaban a parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê ciwaneke Kurd bi keçeke Alman re zewicî. Wan ahenga xwe ya zewacê li vî bajarokî bi çanda Kurdî lidarxist û cilên Kurdî li bûka Alman kirin û li ber starnên Kurdî li dora wê govend gerandin.

Memet Salîh Babat ji sala 2012ê ve li navçeya Alanya ya ser bi parêzgeha Antalya ya Tirkiyê di hotelekê de kar dikir û berî 5 salan keçeke Alman a bi navê Deboreh Kolle dema bo geştê tê Antalya hev li wir nas dikin û dibin hevalê hev.

Piştî demekê Ciwanê Kurd ji keça Alman re teklîfa zewacê dike û keçik jî qebûl dike, malbatên herdu  aliyan jî bi wê zewacê razî dibin.

Mehmet Salih û Deborah Kolle ahenga xwe ya zewacê li bajarokê Hîlal li gorî çanda Kurdî lidarxistin, stranên Kurdî hatin gotin û 3 roj û 3 şevan agahenga wan berdewam kir.

Ji malbata keçikê jî 9 kes çûn dawetê û wan gelek ji xwezaya vê navçeyê û xelkê wê hezkirin.

Her wiha Deborah jî ji vir gelek heskiriye û ji keyfxweşiya wê li ser rûyê wê xuya dike.

 

Rudaw

Top