• Friday, 19 April 2024
logo

Li Rihayê ciwanekê bi xeletî dayîka xwe kuşt

Li Rihayê ciwanekê bi xeletî dayîka xwe kuşt

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ciwanekê di dema bi debanceyê dileyîst de di nav desta de teqiya û dayîka xwe kuşt.

S.Ayê ku li mala xwe ya li Taxa Ayvanatê bi demançeyê dileyîst, demançe di dêst da teqiya û di encamê de gule li serê diya wî Aysel Ayê (43) ket.

Jinika ku bi giranî birîndar bû, bi destê ekîbên tenduristiyê yên 112 Bilez bo Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê hat veguhestin, lê li vir ligel midaxeleyê nehat rizgarkirin.

Mirovên malbatê yên bi bûyerê hisiyan, çûn nexweşxaneyê.

Hêzên ewlehiyê ji bo dîtina S.Ayê revî, xebat dan destpêkirin.

 

Rudaw

Top