• Thursday, 28 March 2024
logo

Alîn di salvegera jidayikbûna Barzaniyê Nemir de berhemeke nû belav dike

Alîn di salvegera jidayikbûna Barzaniyê Nemir de berhemeke nû belav dike

Piştî demeke bêdengî, hunermenda ji Rojavayê Kurdistanê Alîn, îsal hejmarek berhemên nû belav kirin, ji wan berheman; "Keç û Xort" ku bi boneya roja Ala Kurdistanê, piştre "Çaçanê" û çend berhemên din ku ji bo belavkirinê amade ne.

Alîn li ser berhemên xwe yên nû di daxuyaniyekê de got, di salvegera jidayikbûna bavê neteweya Kurd Barzaniyê Nemir de, bi navê "Barzanî Mêrê Mêrxas", ew ê berhemeke nû belav bike.

Derbarê peyama belavkirina vê berhemê de Alîn diyar kir, peyam û armanca wê ji belavkirina vê klîpê, gihandina peyamekê ye ku Barzaniyê Nemir qehreman û serkirdeyê hemû parçeyên Kurdistanê ye, xebat û berxwedana wî ji bo hemû parçeyên Kurdistanê bûye, çawa ku Kurdên hemû cîhanê, Barzaniyê Nemir wek remz û sembolê niştimanperweriyê dibînin, bi heman şêwe, dijmin û dagirkerên hemû parçeyên Kurdistanê wek sedema yekbûna Kurdan dibînin, ev jî nîşaneya mezinahiya wî ye.

Herwiha eşkere dike ku ew bi rêya vê berhemê, peyamek arasteyî dijmin û neyaran dike ku gelê Kurdistanê ti car dest ji xewn û hêviyên xwe bernadin û heta dawiya hebûna xwe, wek milet û Kurdistanê jî wek welat diparêzin.

Alîn diyar dike, ew xema her çar parçeyên Kurdistanê wek xema xwe dibîne û ti cudahiya wan tune ye, loma tiştê di şiyana wê de hebe ji bo Rojava kiriye, çi bi rêya klîpan wek klîpa Yekîtî ku tê de daxwaza yekbûn û biratiya navbera Pêşmerge û şervanan dike, herwiha stranên Bilbilê Dilşadî û Ey Felek Bo Te Dinalim û çend berhemên din.

 

K24

Top