• Thursday, 25 April 2024
logo

Şanda Parlamentoya Ewropayê: Bihêziya Herêma Kurdistanê ji bo aramiya herêmê girîng e

Şanda Parlamentoya Ewropayê: Bihêziya Herêma Kurdistanê ji bo aramiya herêmê girîng e

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi şandeke Parlamentoya Ewropayê re civiya. Şandeyê bal kişand ser wê yekê ku “Bihêziya Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo aramiya herêmê û Yekîtiya Ewropayê jî giring e.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro çarşem 8ê Adara 2023an, pêşwaziya şandeke Parlamentoya Ewropayê ya bi serokatiya Sarah Sketedal kir.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê ragihand, di hevdîtinê de her du aliyan behsa pêşxistina peywendiyên di navbera Parlementoya Ewropayê û Parlementoya Herêma Kurdistanê kirin û li ser peywendiyên Yekîtiya Ewropayê yên bi Herêma Kurdistanê re gotûbêj kirin.

Şandeya Parlamentoya Ewropayê rêzên xwe ji bo rola Pêşmerge di têkşikandina DAIŞê de, aştî, aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê nîşan da û tekezî li ser wê yekê kir ku bihêziya Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo aramiya herêmê girîng e. Her wiha tekezî li ser parastina ewlehî, aştî û serweriya Iraqê ji her gefekê kirin.

Nêçîrvan Barzanî jî di civînê de spasiya piştevanî û alîkariyên Yekîtiya Ewropayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Yekîtiya Ewropayê re pêş bixe û sûd ji taybetmendiya welatên Yekîtiya Ewropayê werbigire ku pêwîstiya Herêma Kurdistanê heye.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku pêşhatên dawî yên li herêmê jî mijareke girîng a hevdîtinê bû.

 

Rudaw

Top