• Tuesday, 16 April 2024
logo

Serok Barzanî: Raperîn rastiya gelê Kurd bo cîhanê îsbat kir

Serok Barzanî: Raperîn rastiya gelê Kurd bo cîhanê îsbat kir

Bo bîranîna 32 saliya raperînê peyamek belav kir.

Serok Barzanî bi minasebeta 32mîn salvegera raperîna mezin ya gelê Kurdistanê peyamek belav kir ku, ev jî tekesta vê peyamê ye;

Bi minasebeta 32mîn salvegera raperîna mezin ya gelê Kurdistanê pîrozbayî li malbetên serfiraz yên şehîdan, pêşmergeyên qehreman, tevahiya xebatger, azadîxwaz, nîştimanperweran û tevahiya gelê Kurdistanê dikim.

Raperîn di siya îradeya azadîxwaz ya gelê Kurdistanê, qehremaniya pêşmerge, plan û yekrêziya navbera aliyên beşdar di nava tevgera rizgarîxwaz ya Kurdistanê hate holê û biser ket.

Raperîn ev rastiya han bo dost û dijmin îsbat kir ku, stemkarî û tirsandin ti carî nikarin îradeya azadîxwazî ya gelê Kurd ji nav bibin.

Raperîn helgirê buha û armancên bilind bû, bo vê yekê bû ku, gelê Kurd azad be û di nava welatê xwe de bi serfirazî bijî.

Di bîranîna raperînê de hezaran silav bo rihê şehîdên raperînê û tevahiya şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê, dişînin û tekez li ser vê yekê dikin ku, herêma Kurdistanê yaku, yek ji berhemên raperîna xelkê Kurdistanê û destkeftiyeke dîrokî û bêhempa ya gelê Kurdistanê ye, lazime parastî be û were bihêztir kirin, nabe bi ti awayî hewl bo lawaz kirina ev armanc û buhayan were dayîn ku, gelê Kurdistanê bo wan raperîn kiriye.
 

Top