• Thursday, 25 April 2024
logo

Pirtûka ‘Bila welat sax be’ ya li ser ‘Meleyê Komunîst’ ji Avestayê derket

Pirtûka ‘Bila welat sax be’ ya li ser ‘Meleyê Komunîst’ ji Avestayê derket

 Weşanên Avesta pirtûka li ser Mele Evdilkerîm Ceyhan ê ku di nava xelkê de wek ‘Meleyê Komunîst’ jî tê naskirin ‘Bila welat sax be’ çap kir.

Weşanên Avesta îro Înê 3ê Adara 2023an ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku pirtûka ‘Bila Welat Sax Be’ ya li ser Mele Evdilkerîm Ceyhan ji aliyê wan ve hatiye çapkirin.

Weşanên Avesta di danasîna li ser pirtûka ‘Bila welat sax be’ de dibêje, “Di tarîxa nêzîk a Kurdan de, gelek mele û alimên ku li medreseyan perwerde dîtine, di bizava Kurdayetiyê de bi roleke girîng rabûne. Mele Evdilkerîm Ceyhan jî, di salên 1960-1970yî de bi ilm, karîzma û Kurdperweriya xwe bûye îdolek. Hin kesan jê re gotiye “Meleyê Komunîst”, hinan jî gotiye “Kurdçî.” Mele Evdilkerîm, di ti şert û mercî de ji Kurdbûna xwe bi paş ve gav navêtiye û ev gotina wî ya navdar, wekî sembola welatperweriya wî ji nifşên din re maye: Bila Welat sax be! Di vê kitêbê de dost, heval û hevriyên Mele Evdilkerîm Ceyhan, behsa wî dikin.”

Weşanên Avesta her wiha diyar kir, “Ev kitêba li ser Mele Evdilkerîm, ne tenê nasandina şexsekî ye, ji bo tarîxa nêzîk a tevgerên Kurdperwer jî çavkaniyeke gelek muhîm e.”

Pirtûka ‘Bila welat sax be’ ya li ser Mele Evdilkerîm Ceyhan ji 176 rûpelan pêk tê.

Pirtûka ‘Bila welat sax be’ ya li ser ‘Meleyê Komunîst’ ji Avestayê derket
Mele Evdilkerîm Ceyhan kî ye?

Mele Evdilkerîm Ceyhan di sala 1930an de ji dayik bûye. Wî li gundê Elebociya, di medreseyê de feqîtî kiriye ku ew gund di navbera Farqîn û Bismilê de ye. Piştî xwendina medreseyê li Farqînê ligel hevalên xwe dest bi xebatên siyasî dike. Di nava tevgerên Kurd ên wê demê de yek ji kesên herî li pêş e. Şeva beriya kudetaya serbazî ya 12ê Adara 1971an ya li Tirkiyê berê xwe dide Başûrê Kurdistanê. Li wir jî bi awayekî çalak karûbarên siyasî dike. Di sala 1974an de li Tirkiyê ‘Efûya Giştî’ derdikeve û Mele Evdilkerîm jî vedigere Farqînê. Mele Evdilkerîm di 30ê Îlona 1976an de, di qezayeke trafîkê de koça dawî dike.

 

Rudaw

Top