• Friday, 19 April 2024
logo

Şêwekareke Efrînî qurbaniyên erdhejê dike tablo

Şêwekareke Efrînî qurbaniyên erdhejê dike tablo

Şêwekar Gulistan Bozo ya xelka Efînê, ku qurbaniyên erdhejên 6ê Sibatê dike tablo, dibêje: “Min xwest êşên xwe bikim tablo û nîşan bidim.”

Piştî erdheja 6ê sibatê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê,  ziyaneke mezin li herêma Efrînê bi taybetî li Cindirêsê ket û wê yekê bandor li gelek mexdûr û rizgarbûyan kir.

Gulistan Bozo şêwekareke Efrînî ye, êşa xwe ya erdhejê li ser tabloyan dide der. Dema ku Efrîn û Cindirês bi ser wan de hejiya, ji hemû dinyayê hatine qutkirin, ew dibêje wan digot belku qiyamet rabû û dawî li her tiştî hat.

Gulistan Bozo ji bo mexdûrên erdhejê û li ser zarokên li Rojavayê Kurdistanê yên di bin kavilên erdhejê de hatin xilaskirin û ziyan dîtin tabloyek xêz kir.

Gulistan Bozo diçe nava kavilên erdhejê, wê ew kavil  kirine weke atolya çêkirina resman, li ber kavilan rûdine û dest davêje firçeyê, zarokên ku di wê karesatê de bûne qurbanî xêz dike.

Bi dengekî tijî xemgînî Gulistan Bozo dibêje: “Bi rastî hemû cîhan dizane li Sûriyê çi bû. Weke hûn jî dizanin erdhej çê bû. Ew şev bi ser me re derbas bû, lê nayê jibîrkirin. Elektirîk qut bû înternet qut bû, me nedizanî çi bûye. Li dinyayê li derdora me çi dibû me nedizanî. Dema înternet hat me zanî çi bûye û em recifîn. Me got ev çi ye bi ser me de hatiye. Tiştê hatibûn serê ne bes bûn, ev jî bi ser me de hat.”

Gulistan herwiha da zanîn ku ew li malê bû û tiştek ji wê nedihat bike û piştre wê biryar da ku bi çêkirina tabloyan êşa xwe bide der û got: “Dema min ev zaroka digiriya dît min xwest wê zarokê xêz bikim.”

Gulistan dixwaze bi hunera xwe dengê zarok û mexdûrên erdhejê bighîne cîhanê û hezdike wêne yê ku xêzkirî di pêşengehê derve de were pêşkêşkirin.

 

Rudaw

Top