• Friday, 29 March 2024
logo

Guterres: Kurdistan di dilê min de xwedan cîheke taybete

Guterres: Kurdistan di dilê min de xwedan cîheke taybete

Serokwezîr li gel Sekreterê giştî yê NY civiya.

Êwara duh Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Sekreterê giştî yê NY civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;

Êwara îro li Hewlêrê me pêşwaziya Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî birêz Antonio Guterres kir.

Sekreterê giştî yê NY kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê diyar kir û stayîşa pêşkeftin û avedaniya herêma Kurdistanê kir û ragihand ku, herêma Kurdistanê cîheke taybet di dilê wî de heye û xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê nayê jibîrkirin û hêvîdarim Kurdistan hertim bihêz û yekgirtî be û kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî werin çareserkirin.

Me jî rêzdariya xwe ya li hember piştîvanî û rola NY û bi taybetî jî rola ektîf ya UNAMI ya li Îraq û herêma Kurdistanê diyar kir û tekez li ser girîngiya çareser kirina bingehîn ya kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî bi hevkariya NY û civaka navnetewî kir.

Reformên giştgîr û pir alî yên kabîneya 9an û pêwîstiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê û derçûna hêzên çekdar yên derqanûnî û vegera awareyan bo deverên xwe û girîngiya parastina asayîş û aramiya herêma Kurdistanê mijarên din yên civîna me bûn.

Top