• Thursday, 16 May 2024
logo

Şehram Nazirî ji bo Rojava konserên xwe yên li Swêd hilweşandin

Gulan Media November 5, 2019 Hunerî
Şehram Nazirî ji bo Rojava konserên xwe yên li Swêd hilweşandin
Hunermendê navdar ê Rojhilatê Kurdistanê Şehram Nazirî ji bo rêzgirtina qurbaniyên Rojavayê Kurdistanê konsera xwe ya li Swêdê betal kir.

Hunermendê navdar ê Kurd Şehram Nazirî ragihand ku biryarbû piştî 26 salan bi hewla Encûmena Şanoya Niştîmanî ya Swêdê li herdu bajarên wî welatî Malmo û Stockholmê du konseran saz bike.

Şehram Nazirî dibêje ji ber êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û rêzgirtina qurbaniyên şer wî herdu konserên xwe betal kirine.

Nazirî ji rojnameyeke îranî got: “Ji ber şerê li Rojavayê Kurdistanê, piraniya Kurdan niha xemgîn in. Li Rojava Kurd mirovên xwe û ew kesên herî hez dikin ji dest didin. Min jî weke rezgirtin bo qurbaniyên şer herdu konserên xwe yên li bajarên Stockhol û Malmoyê hilweşandin.”

Pêştir hunermendê Kurd, Keyhan Kelhor bi heman mebestê konsera xwe ya li Stenbolê betal kiribû.

Şehram Nazirî ku xwediyê zêdeyî 40 albûman e di sala 1949an de li parêzgeha Kirmanşanê hatiye dinê. Hostayê setarê ye lê tembûrê jî lêdixe. Ji bilî lêxistina muzîka klasîk a fars û kurdî Şehram mesnewiya mewlanayî zehf baş dizane.

Di 25'ê sibata 2006an de li bajarê San Diegoyê (DYA) wekî Majorê San Diegoyê tê pejirandin. Ew roj Roja Şehram Nazirî tê diyarkirin.

Wezareta Çandê ya Fransayê xelata fransî ya herî mezin Legion d’Honneur ya şovalyetiyê dan wî. Ew xelat ji bo berhemên wî di warê muzîkê de ye.

Yekîtiya Asya û Neteweyên Yekbûyî wî wekî "gencîneya çanda jinde" qebûl dikin.

Rudaw
Top