• Thursday, 16 May 2024
logo

Hunermendê kurd Keyhan Kelhor baştirîn xelata mûzîka cîhanê wergirt: WOMEX

Gulan Media October 28, 2019 Hunerî
Hunermendê kurd Keyhan Kelhor baştirîn xelata mûzîka cîhanê wergirt: WOMEX
Hunermendê navdarê kurd Keyhan Kelhor wek “Hunermendê Salê” yê cîhanê hat hilbijartin û xelata WOMEX wergirt.

Festîvala mûzîkî ya WOMEX, ku her sal li welatekî tê lidarxistin, îsal li Finlanda hat lidarxistin. Bi hezaran hunermendên navdar yên cîhanê beşdarî wê festîvalê dibin.

Di festîvalê de hunermendê navdarê kurd Keyhan Kelhor wek “Hunermendê Salê” yê cîhanê hat hilbijartin û xelata WOMEX wergirt.

Malpera WOMEX ragihandiye, ji ber wê yekê xelata WOMEX dane Keyhan Kelhor çimkî ew di mûzîkê de hosta û jêhatî ye û her dem tiştên nû diafirîne.

Festîval û xelata WOMEX ji sala 1999 ve tê lidarxistin û dayîn.

Keyhan Kelhor sala 1963 li bajarokê Şahabad (navê wê yê niha Îslamabad) yê Kirmaşanê ji dayîk bûye. Di temenê 5 saliyê de dest bi karê mûzîkê kiriye.

Di dema şerê Îran û Iraqê de, topek li mala wan dikeve û tevahiya endamên malbata wî canê xwe ij dest didin, tenê ew dimîne!

Keyhan Kelhor, amûra kemançe lêdixe û li kêleka wê jî li tembûr, sêtar û şakemanê jî dixe.

Keyhan Kelhor heta niha gelek xelatên cur bi cur wergirtiye.

Basnews
Top