• Thursday, 16 May 2024
logo

Sebahedîn Yildiz hewl dide stranên Kurdî yên hatine dizîn vegerîne

Gulan Media September 21, 2019 Hunerî
Sebahedîn Yildiz hewl dide stranên Kurdî yên hatine dizîn vegerîne
Hunermendekî Amedê bi navê Sebahedîn Yildiz niha hewl dide ku stranên reseniya wan berê bi Kurdî bûne û ji aliyê hunermendên Tirk ve gotin û awazên wan hatine guhertin dîsa vegerîne Kurdî. Hunermendê Kurd dibêje ku ev berpirsyarî li ser milê wan hemû hunermendên Kurdan e. Folklorînas û civaknas jî dibêjin ku danûstendina berhemên çandî normal e, lê destlêwerdana stranên Kurdî bi nîyetekî paqij nehatiye kirin.

Sebahedîn Yildiz di nav xelkê de wek Sebahedîn Xoce jî tê naskirin, ew hem mamoste ye û hem jî karê muzîkê dike, niha bi projeyeke balkêş derketiye pêşberî hezkiriyên xwe.

Sebahedîn Xoce pê bawer e ku bi sedan awazên stranên Kurdî di vê sedsalê de hatine dizîn û îro li ser hesabê zimanê Tirkî, Erebî û Farisî têne gotin. Ew niha hewl dide ku reseniya van stranan îsbat bike ku ev Kurdî ne û van stranan nûjen dike; herwiha ew videoklîban ji wan re çêdike.

Derbarê projeya xwe de Sebaheddîn Yildiz ji Rûdawê re got: “Ez dixwazim van stranan ji nû ve bînim ser eslê wan, lê ez dizanim bi albumek ev çênabe ji ber ku ne yek e, ne du ye, ne deh e, ne sed in. Gelek stranên me îro li ser hesabê xwe qebûl dikin."

Li gor jêderên dîroka Kurdî, piştî Komara Tirkiyeyê şên bû hîn navendên pişavtinê hatine avakirin û hîn kesên li ser hesabên van navendan kar dikirin, ji bilî komkirina kilamên dengbêjên Kurdî, dengên Kurdî yên di radyo û dezgehên wek Radyoya Bexda, Urmiye û Yêrîvanê de tomarkirînbûn kom kirin û destkarî li ser gotin û awazên wan kirin û ew wek berhemên Tirkî hatine pesendkirin.

Sebahedîn Yildiz derbarê sedama dizîna stranên Kurdî de dibêje: "Çima ev yek hatiye serê Kurdan ji ber ku Kurd bêxwedî ne û sazî û dezgehên wan nînin, heyîneyên wan hemû hatine talankirin."

Lêkolîner û Nivîskar Zeynep Yaş jî bi salane bi tomarkirin û deşîfrasyona stranên folklorîk ên Kurdî re miûl e.Nivîskara Kurd di encama xebatên xwe de gihîştiye wê baweriyê ku awazên di stranên kevnar ên Kurdî de hene bi hejmareke mezin di nav stranên Tirkî de jî hene; lê îro gelek Kurd formên wan yên Kurdî nizanin û herkes wisa dizane ku ew stran bi Tirkî ne.

Derbarê mijarê de lêkolîner Zeynep Yaş wiha axivî: “Piştî ku me ev stranan berhev kirin û di proseya xebata xwe de me dît ku kûrahiya van stranan gelek heye û ev stran ên nav cergê Kurdan in. Li van stranan destêwerdan hatine kirin, çi di gotin û awazan de, çi di reseniya stranan de ev yek eşkere hatiye kirin. Rastiyek heye ku gelên cîranên hev dibe ku gelek danûstendin ji hev kiribin; lê heke ev bi nîyeteke paqij hatibe kirin."

Li gor lêkolînên akademîk dengbêjî û stranbêjiya Kurdî li gor zargotina gelê cîranên Kurdan li pêştir e; lê di destpêka sedsala me de ji ber kêmbûna sazî û dezgehên Kurdî berhemên çandî bêhtir di dezgehên ku ne yê Kurdan bûn de hatine tomarkirin.

Rudaw
Top