• Friday, 19 April 2024
logo

Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê cardin dest pê kir

Gulan Media February 8, 2023 Nûçe
Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê cardin dest pê kir

Piştî ku duh ji ber erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo derve hatibû rawestandin, Wezareta Samanên Sirûştî ragihand, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê cardin dest pê kir.

Ji ber erdheja duh a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê qewimî, hinardekirina petrolê bi rêya boriya Herêm-Tirkiyê hatibû rawestandin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Samanên Sirûştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îşev 7ê Sibata 2023an, di demjimêr 21:45 xulekan de, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi boriya Herêm-Tirkiyê dest pê kir.

 

K24

Top