• Friday, 29 March 2024
logo

Serokwezîrê Kurdistanê telefûna wezîrê derve yê Tirkiyeyê kir

Gulan Media February 8, 2023 Nûçe
Serokwezîrê Kurdistanê telefûna wezîrê derve yê Tirkiyeyê kir

Sersaxî da kesûkarên qurbaniyên erdhejê.

Duh danê êwarê Serkwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî telefûna wezîrê derve yê Tirkiyeyê kir û derbarê naveroka peywendiya han ya telefûnî de Serokwezîr wisa nivîsandiye:

Îro di peywendiyeke telefûnî de li gel wezîrê derve yê Tirkiyeyê birêz Mewlûd Çawişoglû de, me sersaxî û hevxemiya xwe û herêma Kurdistanê bo kesûkarên qurbaniyên erdhejê, bi wezîrê derve yê Tirkiyeyê gehand û hêviya başûna bilez jî bo birîndarên vê karesata han xwest.

Herwiha me amadebûna herêma Kurdistanê jî bo her kareke hawar hatinê û rizgar kirina zirardîtiyan diyar kir.

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê jî spasiya me kir bo hevxemî û hevkariyên hikûmeta herêma Kurdistanê.

 

Top