Gelek welatên cîhanê ekîbên alîkariyê şandine Tirkiyê
Ji ber erdheja bihêz a 6ê Sibatê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ku li beşeke Sûriyê û herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê jî li xwe girt, heta niha gelek welatên cîhanê alîkariyên xwe şandine, lê belê piraniya wan welatan alîkariyên xwe tenê ji Tirkiyê re şandine û hema hema Sûriy û Rojavayê Kurdistanê paşguh kirine.
Li gelek welatan tîmên taybet yên hawarçûnê çûne Tirkiyê.
Rêveberê Tîma Hewarçûna Los Angeles Antony Maron got wan tîmeke pisporan ligel alavên taybet amade kirine û ewê segên perwerdekirî jî bi xwe re bibin.
Rêveberê Tîma Hewarçûnê ya Los Angelesê, Antony Maron dibêje: “Ew mêr û jin û segên beşê hawarçûnê ya Los Angelesê, jiyana xwe dixin metirsiyê bo rizgarkirina xelkê û derxistina xelkê ji bin kavilên avahiyan, ev karekî metirsîdar e, lê ew amade ne û hatine perwerdekirin.”
Piştî erdheja bihêz a Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, gelek welatan tîmên hawarçûn û alîkariyên mirovî gihandine Tirkiyê û Sûriyê.
Amerîkayê 100 endamên tîmên hawarçûnê û segên taybet bi lêgerînê şandine, Rûsyayê 300 serbaz şandine bakurê Sûriyê. Îsraîlê 150 endazyar û tîmên hawarçûnê şandine Tirkiyê, herwiha Hindistanê 100 karmendên hawarçûnê, Awusturyayê 84 serbaz û karmendên hawarçûnê, Brîtanyayê 76 karmendên hawarçûnê, Fransayê 73 karmendên hawarçûnê û Korya Başûr 60 karmendên hawarçûnê şandine Tirkiyê. Ev di demekê de ye Yûnanê 21 karmendên tîma hawarçûnê şandine û Almanyayê jî pêdiviyên destpêkê wek çadir û jenerator şandine Tirkiyê.
Piraniya welatên Amerîka û Ewropayê alîkariyên xwe tenê bo Tirkiyê şandine, ji xeynî Rûsyayê. Lê Amerîka dixwaze alîkariyên mirovî bigihîne navçeyên erdhejê yên li Sûriyê û herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê jî.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Ned Price derbarê wê yekê de ragihandiye: “Em pêbend in bi wêya ji me bê xwestin bikin, li ser herdû aliyên sînor. Alîkariya Tirkiyeya hevpeymana xwe bikin di rizgarkirin û avakirinê de. Herwiha li wî aliyê sînor jî heman karî dikin, em pêdagir in pêdiviyên mirovî bo gelê Sûriyê dabîn bikin.”
Li gor Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD), şeş hezar û 127 avahiyan ji ber erdhejê zerar dîtine, zêdeyî 16 hezar karmendên hawarçûnê jî mijûlî kampanya rizgarkirinê ne.