• Friday, 29 March 2024
logo

CHP rexne li Erdogan dike

Gulan Media February 8, 2023 Nûçe
CHP rexne li Erdogan dike

Dibêje berpirsê yekem vê karesatê Erdogane.

Serokê CHP Kemal Kilicdaroglû ku niha li Maraşê ye, piştî serdana xwe ya bo bajarên ku, jiber erdhejê rastî ziraran hatine daxuyaniyek weşand.

Serokê CHP Kilincdaroglû ragihand ku, berpirsê yekem yê vê karesata han Erdogane, jiber ku, di nava 20 salên desthilatdariya xwe de nikariye li hember erdhejê tedbîrên hewce bistîne.

Navhatî herwiha eşkere kiriye ku, li wan her 10 bajarên ku, zirar dîtine, qurbaniyên herî mezin di nava bînayên TOKI dene ( ev xaniyên ku, ji aliyê kompaniya bînasazî ya AKPê ve hatine çêkirin).

Kilincdaroglû tekez li ser vê yekê kiriye ku, jiber wan kemaniyan bi ti awayî ne amadeye li gel Erdogan hevdîtinê bike û dibêje desthilata AKP rê nade şaredariyên partiyên din li wan bajaran hevkariya xelkê bikin û xelkê rizgar bikin.

Top