• Wednesday, 24 April 2024
logo

Mixabin hijmara qurbaniyan her diçe zêdetir dibe

Gulan Media February 8, 2023 Nûçe
Mixabin hijmara qurbaniyan her diçe zêdetir dibe

Ev sê roj bi ser erdheja dijwar ya Bakûrê Kurdistanê re derbas dibe.

Erdheja bihêz ya 7.7 li ser pîwera rîşter yaku, 10 bajarên Bakûrê Kurdistanê û gelek bajar û bajarokên Rojavayê hejandibû, gelek zirarên canî û madî gehandiye şêniyên wan bajaran.

Mixabin li gor amarên herî dawî heta niha tenê li 10 bajarên Bakûrê Kurdistanê 6 hezar û 234 welatiyan canê xwe ji dest dane û 37 hezar û 11 welatiyên din jî birîndar bûne.

Hewldanên rizgar kirinê hîn jî berdewamin û car car jî nûçeyên xweş tên û rixmî derbas bûna sê rojan hin kes jî bi selametî têne rizgarkirin.

Li Rojava û Sûriyeyê jî herî kêm 2 hezar kes canê xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.

Li gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê xelk gazindan ji hikûmetê dike jiber ku, hikûmet weke pêwîst bi hawara wan ve naçe û hevkariya wan nake, xelk bi îmkanên xwe yên tune hewl bo rizgar kirina qurbaniyan dide.

Top