• Friday, 29 March 2024
logo

Nîveya navçeya Îslahiye tune bûye

Gulan Media February 7, 2023 Nûçe
Nîveya navçeya Îslahiye tune bûye

Seroka Bajardariya Dîlokê dibêje nîveya zêdetir ya Îslahiyeyê tune bûye.

Hewldanên rizgar kirina zirardîtiyên erdhejê û kesên ku, di bin kavilan de mane berdewamin û heta niha li Bakûrê Kurdistanê zêdetir ji 3 hezar kesan canê xwe ji dest dane.

Di vê derbarê de Seroka bajardariya Dîlokê Fatme Şahîn daxuyaniyeke gelek xembar da û ragihand ku, navçeya Îslahiye hijmara şêniyên vê 60 hezar kese, gelek mixabin ku, nîveya vê tune bûye.

Nav hatî diyar kiriye ku, karesateke gelek mezin qewmiye û heta niha karesateke din ya bi vê rengî li deverê de nehatiye dîtin.

Top