• Thursday, 28 March 2024
logo

Kurdistan vê hevkariyan bişîne Sûriye û Rojavayê jî

Gulan Media February 7, 2023 Nûçe
Kurdistan vê hevkariyan bişîne Sûriye û Rojavayê jî

Duhê karwaneke hawar hatinê ji Başûr derbasî Bakûr bû.

Wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand ku, karwana ambolans û hêzên hawar hatinê û pêdiviyên tendirostî ji herêma Kurdistanê ber bi Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê ve hatiye şandin û berdewam dibin li ser hevkarî kirina zirarmendên erdhejê.

Rêber Ehmed herwiha diyar kiriye ku, çawe hevkariya Bakûr û Tirkiyeyê kirine, amadene bi heman awayî jî hevkariya Rojava û Sûriyeyê bikin û bo vê yekê jî niha hikûmeta herêma Kurdistanê li pey kanalên goncaw bo şandina hevkariyan digere.

Top