Li Semsûra Bakurê Kurdistanê bi hêza 5.3 erdhejeke nû

Li navçeya Serêgolê (Golbaşi) ya parêzgeha Semsûra Bakurê Kurdistanê, îro Sêşemê 7ê Sibata 2023ê demjimêr 06:13 bi hêza 5.3 pileyê Rîxter erdhejek çêbû.
Li Bakurê Kurdistanê, piştî erdheja Mereşê ya doh 6ê Sibatê bi dehan erdhejên nû çêbûn. Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) ragihand, îro Sêşemê 7ê Sibata 2023ê demjimêr 06:13 erdhejek bi hêza 5.3 çêbûye.
Li gor AFADê, navenda wê erdhejê navçeya Serêgolê ya Semsûrê bû. Erdhej di kûrahiya 8.13 kîlometreyan de çêbûye.
Roja Duşemê 6ê Sibata 2023ê demjimêr 04:17 deqe erdhejek bi hêza 7.7 pile ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû çêbû û li bajarên Mereş, Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Kilîs û Dîlok ên Bakurê Kurdistanê û bajarên Hatay, Edene û Osmaniye yên Tirkiyê bû sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan û hilweşîna bi hezaran avahiyan.
Serokê Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) Yunus Sezer ragihand ku hejmara qurbaniyên erdheja duh Duşemê ku navendê wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû, gihiştiye 2 hezar û 921 kesan û hejmara birîndaran jî bo 15 hezar û 834 kesan zêde bûye.
Yunus Sezer herwiha diyar kir, li cihên ku erdhej çêbûye 7 hezar û 840 kes hatine rizgarkirin.
Li aliyekî din ji ber zêdebûna hejmara mirî û birîndarên erdhejê, li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 7 roj şîn hat ragihandin.
Rudaw