• Friday, 19 April 2024
logo

20 girtî ji girtîgeheke Efrînê reviyane; Piraniya wan endamên DAIŞê ne

Gulan Media February 7, 2023 Nûçe
20 girtî ji girtîgeheke Efrînê reviyane; Piraniya wan endamên DAIŞê ne

Herî kêm 20 girtî ji girtîgeheke herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ya di bin kontrola çekdarên opozisyona Sûriyê de, piştî erdheja roja 6ê Sibatê reviyane ku piraniya wan endamên DAIŞê ne.

Li gor Ajansa Frans Press (AFP), ji girtîgeheke bajarokê Raco yê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê herî kêm 20 girtî reviyane.

Li gor heman çavkaniyê, nêzîkî 2000 girtiyan di wê girtîgehê de ne ku nêzîkî 1,300 ji wan jî li gor çavkaniyên xwecihî endam û çekdarên berê yên DAIŞê ne.

Çavkaniyê herwiha diyar kiriye ku hejmarek ji girtiyên wê girtîgehê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ne.

Berpirsekî ji girtîgeha Racoyê ji AFP re gotiye: "Piştî erdhejê, Raco ket ber bandora wê, girtiyan dest bi tevlîheviyê kirin û çend beşên girtîgehê kontrol kirin. Nêzîkî 20 girtî reviyan ku tê gumankirin çekdarên DAIŞê bin."

Girtîgeha Racoyê ku wek `Zîndana Reş` tê naskirin, di heman demê de bajarokê Raco jî ji aliyê grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve tê birêvebirin.

Di Çileya 2018ê de, Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê bi rêya operasyona "Çiqlê Zeytûnê" êrîşî herêma Efrînê kirin û di Adara heman salê de Efrîn dagîr kirin.

Berbanga 6ê Sibata 2023an, AFADê ragihand ku erdhejek bi hêza 7,7 pile li bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê çêbûye û herwiha hemû navçe daye ber xwe.

 

Rudaw

Top