• Friday, 29 March 2024
logo

Hejmara qurbaniyên erdhejê li Sûriyê ji 1400 kesî derbas kir

Gulan Media February 7, 2023 Nûçe
Hejmara qurbaniyên erdhejê li Sûriyê ji 1400 kesî derbas kir

Ji ber kêmbûna karînên tîmên hawarhatinê û bijîşkî, hejmara qurbaniyên erdhejê li Efrîn û hemû herêmên Sûriyê zêde dibe.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hejmara qurbaniyên erdhejê heta niha gihiştiye 1417an, ji wan 672 li deverên rêjîmê ne û 745 jî li deverên di bin kontrola opozîsyona Sûriyê de ne, her wiha û ji 2 hezar kesan jî birîndar bûne.

Duhî li navçeya Pazarcix a Gurgumê (Mereş) 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Erdhej li bajarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hest pê hate kirin û hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û welatî bûn qurbanî.

Li gorî zanyariyên ji Efrînê ketine destê K24ê, li Efrîn, gund û navçeyên wê hejmarek mezin ji xanî û avahiyan hilweşiyan, bi taybet li bajarokê Cindirêsê ku dora 50 avahî û xanî hilweşiyane û heta niha zêdetir ji 80 kesî canê xwe ji dest dane û heta niha bi dehan kes di bin kavilan asê mane.

Di vê derbarê de jî, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) duhî di daxuyaniyekê de bang li civaka navdewletî, rêxistinên mirovî û hikûmetên welatan kir ku bi hemû awayên alîkariyên teknîkî, madî û lojîstîkî pêşkêşî navçeyên ziyanpêketî û welatiyên wan bikin.

 

 

Basnews

Top