• Friday, 19 April 2024
logo

Agirê li Bendera Îskenderûnê berdewam e

Gulan Media February 7, 2023 Nûçe
Agirê li Bendera Îskenderûnê berdewam e

Li Bendera Îskenderûnê, agirê ku roja Dûşemê 6ê Sibatê piştî erdhejê derket heta niha berdewam e.

Roja Duşemê 6ê Sibata 2023ê demjimêr 04:17 deqe erdhejek bi hêza 7.7 pile ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû çêbû û li bajarên Mereş, Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Kilîs û Dîlok ên Bakurê Kurdistanê û bajarên Hatay, Edene û Osmaniye yên Tirkiyê bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kes.

Di encama erdhejê de li Bendera Îskenderûnê konteyner wergeriyan û agir bi wan konteynerên li benderê ket. Agir her diçe berfirehtir dibe û ji gelek herêmên Îskenderûnê tê dîtin. Kar û xebatên vemirandina agir berdewam in.

Şaredarê Hatayê Lutfu Savaş derbarê agirê li Bendera Îskendrûnê de ragihand ku wan nikarîne agirê li Bendera Îskenderûnê bişopînin.

 

Rudaw

Top