• Thursday, 25 April 2024
logo

Demirtaş: Girtî hemû amade ne xwînê bidin û betaniyên xwe ji mexdûrên erdhejê re bişînin

Gulan Media February 6, 2023 Nûçe
Demirtaş: Girtî hemû amade ne xwînê bidin û betaniyên xwe ji mexdûrên erdhejê re bişînin

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ragihand ku hemû girtiyan serlêdan kirine û amade ne xwînê bidin. Her wiha daxwaz kir ku ji bo xebatên rizgarkirina kesên dibin xanî û avahiyan de mane bi awayekî demkî be jî destûrê bidin girtiyan ku beşdar bibin.

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edirneyê girtiye li ser hesabê xwe yê Twitterê daxwaz ji parlamento û hikûmeta Tirkiyê kir ku bihêlin girtî jî alîkariyê mexdûrên erdhejê bikin û got, “Li girtîgehê me hemûyan bo dayîna xwînê serlêdan kiriye. Em dixwazin betaniyên xwe jî ji gelê xwe re bişînin. Di vê mijarê de bila bo me asankarî bên kirin.”

Demirtaş her wiha daxwaz dike ku girtî bikaribin bi malbatên xwe re bikevin têkiliyê û dibêje, “Birêz wezîr, li girtîgehan bi deh hezaran kes ji malbatên xwe agahiyan wernagrin. Bila her roj mafê telefonê bidin, bila destûrê bidin malbatan ku ligel girtîgehan peywendiyê deynin û bi kesûkarên xwe re biaxifin.”

Demirtaş dibêje, “Bi hezaran kesên bi awayekî nedadperwerane di girtîgehan de tên girtin, ji hucreyên xwe temaşeyî vê felaketê dikin, li bermaberî vê bêdeng nemînin. Em hemû dixwazin beşdarî xebatên alîkarî û rizgarkirinê bibin, bi awayekî demkî be jî em dixwazin li kêleka gelê xwe bin. Em dixwazin Parlamentoya Tirkiyê di vê mijarê de hestyar be.”

 

Rudaw

Top