• Friday, 19 April 2024
logo

Li Mereş-Elbistanê bi hêza 7.6 pileyan erdhejeke nû çêbû

Gulan Media February 6, 2023 Nûçe
Li Mereş-Elbistanê bi hêza 7.6 pileyan erdhejeke nû çêbû

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) ragihand ku li navçeya Elbistana Mereşê bi hêza 7.6 pileyan erdhejeke nû çêbû.

Li gorî agahiyên li ser malpera AFADê, erdhej îro Duşemê di demjimêr 13:24an de li navçeya Elbistan a Mereşê pêk hat.

Erdheja bi hêza 7.6 pileyan 7 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Li gorî amarên Rasatxaneya Kandîllî mezinahiya erdheja ku di demjimêr 13:24an de pêk hat 7,5 e.

“Ji hev cuda ne”

Rêveberê Giştî yê Kêmkirina Rîska Erdhejê ya AFADê Tatar piştî erdhejê anî ziman, “Erdhejeke din a bi hêza 7.6 pileyan ku navenda wê li Elbistanê pêk hat, her du jî ji hev cuda ne, bandor li hev kirine.”

Rêveberê Giştî yê Kêmkirina Rîska Erdhejê ya AFADê Tatar daxwaz ji welatiyan kir ku ji avahiyên xerabûyî dûr bisekinin û li qadên kombûnê bimînin.

Li herêma Mereşê çalakbûneke erdhejeke giran heye. Piştî erdhejê wê paşelerzeyên bi pileya 6,5-6,7 bidomin.

Erdhej li Enqere, Amed, Rihayê û her wiha li Herêma Kurdistanê, Mûsil û paytexta Sûriyê Şamê jî hat hîskirin.

 

Rudaw

Top