• Thursday, 25 April 2024
logo

Parlamenterekî AK Partiyê û malbata xwe di bin xirbeyan de mane

Gulan Media February 6, 2023 Nûçe
Parlamenterekî AK Partiyê û malbata xwe di bin xirbeyan de mane

Di erdheja ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû, li 10 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê wêranî pêk hat. Hat ragihandin ku di erdhejê de Parlamenterê AK Partiyê yê Semsûrê Yakup Taş jî di bin xirbeyan de maye.

Îro li navçeya Bazarcixa Mereşê bi hêza 7,4 erdhejek pêk hat. Ji ber erdheja ku li 10 parêzgehên derdorê bi tundî hat hîskirin, bi hezaran avahî hilweşiyan.

Li gorî tespîtên ewil bi giştî 284 welatiyan jiyana xwe ji dest dane, herwiha 2 hezar û 323 kes jî birîndar bûne.

Di demekê de ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin, hat ragihandin ku Parlamenterê AK Partiyê yê Semsûdê Yakup Taş û malbata wî jî di bin xirbeyan da mane.

Di daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî ya Taş da wiha hat gotin; “Malbata Wekîlê me Yakup Taş jî ji ber erdhejê wek gelek hevwelatiyên me di bin xirbeyan de ye. Ji kerema xwe duayê ji bo wekîlê me û malbata wî jî bikin...”

 

Rudaw

 

Top