• Friday, 29 March 2024
logo

Amerîkayê ji ber erdheja Mereşê daxuyanî da: Ji bo alîkariyê em amade ne

Gulan Media February 6, 2023 Nûçe
Amerîkayê ji ber erdheja Mereşê daxuyanî da: Ji bo alîkariyê em amade ne

Piştî erdhejên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, Koşka Spî di peyamekê de ragihand, ew ji bo alîkariyê amade ne. Koşka Spî diyar kir, ew ligel berpirsên Tirkiyê li ser xetê ne daku alîkariya mexdûran bikin ku ji ber erdhejê zerar gehiştiye wan.

Roja Duşemê 6ê Sibata 2023ê, Koşka Spî daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Amerîka ji ber erdheja Tirkiye û Sûriyê gelekî nîgeran bûye. Em amade ne hemû alîkariyekê bighînin wan.”

Koşka Spî dibêje, Serokê Amerîkayê Joe Biden, Ajansa Amerîkayê Bo Geşepêdana Navdewletî (USAID) û hevbeşên din ên federal erkdar kirine daku hevkariya wan kesan bikin ku ji ber erdhejê zerar gehiştiye wan.”

Ji aliyê xwe ve Rawêjkarê Ajansa Niştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan di Twittekê de nivîsiye: “Amerîka ji ber erdheja Sûriye û Tirkiyê gelekî nîgeran bûye.” Jake Sullivan herwiha da zanîn ku ligel berpirsên Tirkiyê li ser xetê ye û got: “Amerîka amade ye her alîkariyeke pêwîst bighîne wan.”

Rawêjkarê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê dibêje: “Em dê berdewam bim ku ji nêzîk ve hevahengiyê ligel Tirkiyê û çavdêriya rewşê bikin.”

Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê îro Duşemê 6ê Sibata 2023ê bi hêza 7.4 pile erdhejek çêbû û li seranserê bajarên Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û herwiha li gelek bajarên Tirkiyê jî hest pê hat kirin.

Heta niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 76 kesan canên xwe ji dest dane û li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî 117 kesan canên xwe ji dest dane.

 

Rudaw

Top