• Saturday, 20 April 2024
logo

Li Efrînê hejmara qurbaniyên erdhejê zêde dibe

Gulan Media February 6, 2023 Nûçe
Li Efrînê hejmara qurbaniyên erdhejê zêde dibe

 Endamê Encûmena Sivîl a Efrînê Azad Osman radigihîne, di erdhejê de zêdetir ji 80 kesî bûne qurbanî û karînên wan jî sînordar in.

Îro danê sibê erdheje bi hêza 7.4 pile li ser pîvera Richterê li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê rû da, li Rojava û Başûrê Kurdistanê, Sûriye, Iraq, Lubnan û çend welatên din ên herêmê jî hast pê hate kirin, li herêma Efrînê jî gelek kes bûne qurbanî û hejmarek mezin ji xaniyan hilweşiyan.

Di vê derbarê de, Endamê Encûmena Sivîl a Efrînê Azad Osman ji K24ê re ragihand, ji ber erdhejê, gelek xanî li nava bajarê Efrînê û gelek navçe û gundan hilweşiyan, lê herî zêde bajarokê Cindirêsê ziyan derket ku zêdetir ji xaniyan hilweşiyan û hejmarek mezin ji welatiyan bûn qurbanî.

Azad Osman destnîşan kir, heta niha zêdetir ji 80 kesî canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 120 kesên din jî birîndar bûn, lê tê pêşbînîkirin ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.

Azad Osman got jî: “Karînên me ji bo rûbirûbûna vê karesatê kêm in û tenê tîmên Berevaniya Sivîl bi hevkariya welatiyên sivîl hewla derxistina kesên di xaniyan de asê mane didin.”

Endamê Encûmena Sivîl a Efrînê bang li aliyên pêwendîdar û navdewletî kir jî ku alîkariyê bi xelkê Efrînê re bikin, bi taybet ku niha berf, serma û baranê rewşa xelkê Efrînê zehmettir kiriye.

 

K24

Top