• Tuesday, 16 April 2024
logo

Amerîka balona Çînî xiste xwarê

Gulan Media February 5, 2023 Nûçe
Amerîka balona Çînî xiste xwarê

Medyaya Amerîkayê belav kir, Washingtonê balona Çînî li beravên Karolînaya Başûrê xiste xwarê.

Medya Amerîkî ragihand, tîmên taybet dest bi operasiyonekê ji bo vegerandina bermahiyên balona Çînî kirine, ku Washington wê bi “binpêkirina eşkere ya serweriya Amerîkî” bi nav dike.

Ev yek piştî wê yekê hat ku berpirsên Amerîkî gotin ku rêveberiya Serokê Amerîka Joe Biden razemendî li ser planên xistina balona çavdêriyê ya Çînê nîşan daye.

Pentagonê roja Înê piştî nîvro got ku baloneke sîxuriyê ya Çînî ber bi rojhilatê ve çû û li ser navenda Amerîka hatiye dîtin. Di heman demê de Çînê dibêje ku balon ne ji bo sîxuriyê ye û bi şaşî derbasî asmanê Amerîkayê bûye.

K24

Top