• Wednesday, 24 April 2024
logo

Li Erzeromê welatî 5 pile di bin sifrê de ketine dora goştê erzan

Gulan Media February 5, 2023 Nûçe
Li Erzeromê welatî 5 pile di bin sifrê de ketine dora goştê erzan

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bihayê goşt gelekî bilind bûye û piştî ku Saziya Şîr û Goşt dest bi firotina goştê erzan kir, bi sedan welatî ji bo kirîna goştê erzan 5 pile dibin sifrê de ketin dorê.

Li Parêzgeha Erzeronê di demekê de ku pileya germê 5 pile daketiye bin sifrê  de beşeke welatî bi demjimêran dikevin dorê daku goştê erzan bikirin.

Saziya Şîr û Goşt li yek ji navendên xwe yên li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê dest bi firotina goştê erzan kiriye ku bi hebûna ajelên xwe wek depoya goşt tê naskirin.

Di demek kurt de bi sedan welatiyan berê xwe dane vê navendê daku kîloyek goşt bibin malên xwe. Dîmenek ku rojane li bajarên cuda dûbare dibe û xelk ji rewşa aborî nerazî ne.

Welatiyek dibêje: “Em dê di zivistanê de li welatê xwe ji nêza bimrin. Ev dora goşt e. Ev welatê goşt e, lê niha welatî bê goşt mane.”

Ne tenê goşt di piraniya berhemên xorakê de bihabûnek zêde heye.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUÎK) roja Înê enflasyona salane %57.68 û ya mehane jî ji sedî 6.5 ragihand.  Grûba Lêkolîna Enflasyonê jî enfilasyona salane ji sedî 121.56 û ya mehane ji sedî 9.26 ragihand.

Serokê CHPê derbarê vê tabloyê aborî û rewşa zehmet a welatiyan de rexneyan li hikumetê digire.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî dibêje: “Bi milyonan welatiyên me ne xeyala jiyaneke baş, şerê mana lijiyanê dikin. Welatiyên me di sir û sermayê de di dora nan de radiwestin. Di tarîtiya serê sibehê de ji bo goştê erzan bikirin bi demjimêran li ber deriyê saziya goşt û şîr radiwestin. Ev tablo jî nîşan dide ku yek deqeya me nîne em wenda bikin. Eger em vê tabloyê bibînin, têkoşîna li dijî vê tabloyê erkê her welatî û kesek xwedî aqil e.”

Amarên enflasyonê ji hev cuda ne lê Konfederasyona Sendîkaya Karkeran a Tirkiyê dibêje sînorê birçîbûnê yê malbateke 4 kesî di Çileya îsal gihiştiye 8 hezar û 864 lîre ku dike nêzîka 471 dolarên Amerîkî û welatî roj bi roj ji dest rewşa aborî dinalînin.

 

Rudaw

Top