• Friday, 19 April 2024
logo

Sevoriyê kovî bi destê xwe xwedî dike

Gulan Media February 5, 2023 Corane
Sevoriyê kovî bi destê xwe xwedî dike

Li Parka Neteweyî ya Geliyê Mûnzûrê ku li Dêrsimê gelek cureyên ajelên parastî lê dijîn, dema ku sevoriyê bi navê "Paşa" di peydakirina xwarinê de zehmetî kişand, welatiyan bi destên xwe têr kirin.

Li Parka Niştîmanî ya Geliyê Munzurê ku hejmareke zêde ya ajelên xwedî pêwîstiya parastinê ne li xwe digre, bi hatina zivistanê welatî tên parkê û wan têr dikin.

Yek ji wan welatiyan Engin Yuksel, piştî 15 kîlometre rê tê parkê û sivoriyê ku jê re dibêje “Paşa” bi destê xwe têr dike.

Yuksel amaje bi wê yekê dide ku zivistan bo ajelan jî zehmet e û di ditîna xwarinê de rûbirûyê zehmetiyan dibin.

Herwiha Yuksel derbarê zêdebûna nêçîra li Dêrsimê de nîgeraniya xwe jî tîne ziman ku divê nerazîbûneke bihêz bê nîşandan. Yuksel ji ber bi destê xwe sivorî têr dike bi demê re sivorî fêr bûye û bê tirs bi awayekî xwezayî dijî.

Sevoriyê bi navê “Paşa” bê tirs tê ji destê welatiyan xwarina xwe werdigre û diçe.

Welatiyê li Dêrsimê Engin Yuksel Got: “Li vir sevoriyekê me heye, 6-7 meh in ez têr dikim, heftê carekê têm. Eger em xwe tevlî sevorî, bizinên kovî, hirç, beraz û heywanên din nekin, ew jî vê yekê hîs dikin û natirsin. Her hefte ev sevorî tê û tiştekî ji destê min dixwe. Ez li benda wî me, lê ez destê xwe li wî nadim an dê xwezayîbûna xwe winda bike. Ez van rojan dibihîzim, nêçîrvan hatine û  bizin û heywanên me yên çiyayî dikujin, em vê naxwazin.”

 

Rudaw

Top