• Saturday, 20 April 2024
logo

Mîrê Êzidiyan: Me daxwaz kiriye ku Parlamentoya Iraqê jenosîda Êzidiyan nas bike

Gulan Media February 4, 2023 Nûçe
Mîrê Êzidiyan: Me daxwaz kiriye ku Parlamentoya Iraqê jenosîda Êzidiyan nas bike

Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand, di serdana xwe ya Bexdayê de ji Parlamentoya Iraqê û aliyên siyasî daxwaz kirine ku komkujiya Êzidiyan wek jenosîd nas bikin.

Îro Înê 3ê Sibata 2023an, Mîrê Êzidiyên li Iraq û cîhanê û Serokê Civata Bilind a Rûhanî ya Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg, li Bexdayê di konferanseke rojnamevaniyê de behsa serdana xwe ya bo hejmarek welatên cîhanê û Bexdayê kir.

Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand, di destpêka meha Mijdara borî de, serdana çendîn welatên Kendav, Ewropa, Brîtanya û Vatîkanê kirine û di 22ê meha borî de jî li Parlamentoya Almanyayê amade bûne ji bo beşdariya rûniştina li ser naskirina jenosîda Êzidiyan kirine.

Mîrê Êzidiyan eşkere kir, di serdanên xwe de ligel rêxistinên pirsa penaberan û mafên mirovan, tekezî li ser alîkarîkirina Êzidiyan hatiye kirin, ku heta niha zêdetirî 250 hezar awareyên Êzidî li kampên Herêma Kurdistanê ne.

Derbarê serdana xwe ya Bexdayê û civîna ligel rayedarên bilind ên dewletê û aliyên siyasî de, Mîr Hazim Tehsîn Beg destnîşan kir, tekezî li ser daxwazên Êzidiyan hatiye kirin, di serî de jî avakirina Şingal û navçeyên wêranbûyî yên Êzidiyan û vegera awareyan bo cih û warê xwe.

Herwiha cîbicîrkirina rêkeftina Şingalê yek ji wan mijaran bû ku Mîrê Êzidiyan bal kişande ser wê û ragihand, asayîkirina rewşa Şingalê ji aliyê ewlehî, îdarî û avakirinê, ligel rayedarên payebilind ên Hikûmeta Iraqê ve hatiye gotûbêjkirin, bi taybetî di proje budceya 2023an de pereyê pêwîst ji bo projeyên Şingalê were terxankirin.

 

K24

Top