• Friday, 29 March 2024
logo

Kompaniyên otomobîlan şerê daxistina bihayan dikin

Gulan Media February 4, 2023 Corane
Kompaniyên otomobîlan şerê daxistina bihayan dikin

Şerê daxistina bihayan di navbera kompaniyên cîhanî yên otomobîlan de berdewam e, çend kompaniyên otomobîlan bihayên xwe zêdetir dadixin.

Piştî ku kompaniya Ford bihayê otomobîla elektrîkî ya Mustang bi qasî 6 hezar Dolar kêm kir, tenê çend hefteyek piştî wê, Tesla jî pêngaveke heman şêwe avêt.

Kompaniya Detroit jî îsal berhemanîna otomobîlê bilind dike û ragihandiye, sûdê ji lêçûnên hêsankirî werdigre, ji bo daxistina bihayan li hemû şaxên kompaniyan.

Ev kêmkirina bihayên otomobîlan, tenê du hefte piştî wê yekê tê ku kompaniya Tesla bihayê piraniya modelên xwe bi rêjeya %6 bo nêzîkî %20 li Amerîkayê kêm kiriye, ev jî wek hewlek ji bo bilindkirina daxwaz û zêdekirina pişka bazarê.

 

K24

Top