• Tuesday, 23 April 2024
logo

Nexweşiya hipermetropî di nav zarokan de metirsîdar bûye

Gulan Media February 2, 2023 Civakî
Nexweşiya hipermetropî di nav zarokan de metirsîdar bûye

Encamên ziyana ku teknolojiya vê serdemê digihîne çavê zarokan hêdî hêdî di amaran de eşkere dibe. Bi salan e doktorê çavan dibêjin, zarokan ji ekranên telefon û tablêtan biparêzin, lê bi taybetî di serdema Coronayê de ji ber ku her kes di malên xwe de asê ma û mijûlkirina zarokan zehmet bû, ji neçarî dayik û bavan ew bi telefon û tablêtan kontrol kirin. Bi ser de perwerde jî online hate kirin û çavên zarokan gelekî lawaz bûn.

Pispor hişyariyê didin û dibêjin, nexweşiya hipermetropî (nedîtina ji nêzîk ve) di nav zarokan de metirsîdar e.

Pizîşk û Neştergerê Çav Huseyin Yitik ku di heman demê de mamostayê zanîngehê ye dibêje, nexweşiyên hipermetropî û xêlbûnê zêde dibin.

Li gor amarên tendirûstî, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berî belavbûna Coronayê, rêjeya pêketina bi wê nexweşiyê %1.5 bû, lê niha %6 derbas kiriye.

Pizîşkê Çav û Mamostayê Zanîngehê Huseyin Yitik got: “Temenê bikaranîna telefon û tabletan gelekî daketiye, xêlbûn jî bi tevahî daketiye temenê biçûkan. Nedîtina ji nêzîk ve ya zarokan eger zû bê destnîşankirin, berî bigihe neştergeriyê, tê çareser kirin.”

Pispor pêşniyar dikin ku proseya çavdêrîkirina çavê zarokan di temenê şeş mehî heta temenê 40 salî baş bê kirin û berdewam be. Hinek caran zarok tiştan baş dibînin, lê tembeliya çav û westiyayîbûna masûlkên wan, bi asanî hest pê nayê kirin.

Huseyin Yitik herwiha got: “Çavdêrîkirina çavê zarokan, divê piştî jidayîkbûnê destpê bike. Li gor xebatên navdewletî, eger ti pirsgirêkeke zarok jî nebû, divê car car pizîşkê çav bibîne û bê çavdêrîkirin.”

Li gor encamên lêkolînan, ew zarokên zêdetir demê li derve derbas dikin, li gor wan zarokên ku li cihên girtî bi mobaîl û tabletan dilîzin, kêmtir bi nexweşiya hipermetropî dikevin.

Zarok nikarin û naxwazin mobaîl an tabletan ji xwe dûrbixin.

Di demekê de nabe çav berdewam li nêzîk temaşe bike, ji ber ev dibe sedema stress û nexweşiya hipermetropî.

Yitik got jî: “Yasaya 20-20-20 heye; wate dema li beramber kompyuterê rûdinin, divê di her 20 deqeyan de bo dema 20 saniyeyan temaşeyî şeş metre dûrî bikî û çavên xwe vehisîne.”

Ev pirsgirêk ne tenê ya zarokan e, lê mezin jî gelek caran rûbirûyê heman kêşeyê dibin.

 

Rudaw

Top